|
Çand bi gelemperî û wêje bi
taybetî rûyê berz yê civakan ne, yan jî wek hin
ronakbîrên me dibêjin nînik û awêna gelan e. Ji
lewra, çi gava hêzên dagîrker dikevin welatekî
berî her tiştî çand û zimanê wî welatî qedexe
dikin, da ku ew gela her û her nezan, perîşan û
bindest bimîne. Û gava ew gelê bindest bixwaze
pêşeroja xwe bi destxîne, helbetê berî pêş divê
xudî li wêjeya xwe derkeve, vejîne û xwe pê têr
bike, û bi serda jî xwe bi wêjeya cîhanî av
bide, çimkî çand yekemîn çek e li dij nezanî û
bindestiyê.
Gava mirov çavên xwe li serdema
kevin û ya nû a cîhanê bigerîne, mirov dibîne ku
çi gava civakek gihaye qunaxeke bilind ji
şaristaniyê de, rewşa çand li ba wan di asta
bilind bû ye, û bervajî wê, ew gelên paşda mayî
û bindest, rewşa çandê li ba wan di kevizandinê
da ye. Di vê çarçewê de gotina serokleşkerê
Firansî ya sedsala 18 an Napilyon Bonepert a ku
dibêje; hezar tang û top min natirsîne, lê
gotareke di rojnameyekê de min ditirsîne ne ji
valahiyê hatiye.
Ji vê rastiya dîrokî, bîr û
bûçonê, em dibêjin; her çalakî û bizavek bikeve
xizmet geşkirin û şiqindana çand û zimanê me,
pêwîste ji lay rêxistin, dezgeh, ronakbîr,
rewşenbîr, û gelê me de cihê pîrozbahiyê be.
Di vê şopê de, duh, Yekşemê (2.
11. 2008) li bajarê Bonn-Elmanya yê, sêhemîn
roja helbesta kurdî bi tevlêbûna hejmareke
berbiçav (150-200) ji helbestvan, ronakbîr,
rewşenbîr û kurdhezên peyva kurdî, bi coşeke
germ hat li darxistin.
Piştî kêliyek bê deng li ser
giyanê cangoriyên Kurdistanê, nemaze siwarên
peyva kurdî, xêrhatina mêhvanan hat kirin, û di
pêre gotina komîta amadekar ji layî xwediyê vê
nivîsê ve hate xwendin. (Peyva mîhrecanê li jêr
bixûnin )
Helbestvanên beşdar li gor Alfbya
kurdî li ser sê giropan hatin dabeş kirin, tenê
rewşa helbestvanên jin û helbestvanên rûmetê; ku
ji her beşekî welêt yek helbestvan hatibû
vexwendin, di pêşkêşkirinê de li ber çavan hat
girtin. Yên helbest xwendine ev bûn: Azer Osî,
Arşevê Oskan, Cankurd, Dîlan Zêbo, Dilyar
Dêrikî, Dilşad Omer Kaki (Başurê Kurdistan),
Keça Kurd, Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Edîb Çelkî
(Helbestvanê rûmetê-Başûrê Kurdistanê),
Ebdilrehman Efîf, Husên Hebeş, Hesen Îrandost
(Rojhilatê Kurdistan), Hêmin Kurdaxî, Jan Dost,
Kawa Şêxî, Mizgîn Hesko, Mihemed Tarikulu
(Bakurê Kurdistan), Nezîr Palo, Nedîm Yosiv,
Serhan Îsa, Şêx Xelef, û xebat Şakir.
Ji xeynî helbest xwendin,
hunermendê deng nazik Zubêr Salih du stiran bi
deng û tembûra xwe ya xweş berî bêhinvedana
pêşin dilê beşdaran xweş û şad kir. Wisa jî
rêcesor û dirametorê Casimê Wezîr (ji Kurdên
Sofyeta berê, çend peyv gotin, û dilşadbûna xwe
ji mîhrecanê re diyar kir.
Hêcayî gotinê ye, ku ji sala 1994
an de, ango ji mîhercana duhem de, her sal ji
aliyê komîta amedekirina mîhercanê de
helbestvanek yan hîn pirtir tête xelatkirin.
Komîta amadekar ya mîhrecana sêhem li Ewropa
xwest ku ev diyar de li vir jî were domandin, ji
ber wê û ji ber ku rêzdar Dr. Ebdilmecîd Şêxo
him xudiyê pêşniyaza pîroz; ya ku mîhrecan bibe
salan e, û him di gelek cureyên wêje de
berhemdar e û xwe ji helbestê jî dûrnexistiye,
lewra jî komîtê baş dît ku ew îsal were
xelatkirin. Bi serda jî hersê mêhvanên rûmetê,
Edîb Çelkî, Hesen Îrandost û Mihemed Tanrikulu,
weha jî hunermed Zubêr Salih hatin xelatkirin.
Divê em vê bêjin ku bi dehan
birûskname ji ronakbîr, rêxistin û dezgehên
kurdî, çi bi nivîskî, çi bi riya têlnamê û çi jî
bi beşdarbûn gihan komîta amadekar, ew jî ev
bîn: Pena Kurd, Eskerê Boyîk, Saziya çand û
hunerê ya Rojavayî Kurdista, Partiya Demokrata
Kurdistan-Bakur, Partiya Rêkeftin a Kurd li
Sûriyê-Rêxistina Ewropa, Hevgirtina Rewşenbîrên
Rojavayê Kurdistanê, Kongira Netewiya Kurdistan
KNK, Heyderê Omer, Salih Cefer, Perwîz Cîhanî,
Bavê Narîn, Mala Êzîdiya li Bonn, Partiya
Demokrata Pêşverû Kurd li Sûriyê-Rêxistina
Elmanya, Partiya Yekî Demokrata a Kurd li
Sûriyê-Rêxistina Ewropa, malpera Avesta, malpera
Efrîn net, Mêlvan Resul, Ezîz Xemcivîn, Instuta
kurdî ji bo lêkolin û zanistî–Elmanya, û Partiya
PYD-Rêxistina Ewropa.
Wek encam, em bê dudilî dikarin
bêjin ku roja helbesta kurdî serkeftî derbas bû,
û li darxistina wê çokek li çemê wêjeya me fazle
kir. Herweha divê li vir em ji bîr nekin ku ev
bû cara duhem bi alîkariya navenda YASA û cara
yekeme bi piştvaniya Weqfa Şivan Perwer
mîhercana tête li darxistin, ev jî cihê spasî û
dilxwşiyê ye.
Lê hîn yê li dawiyê dilê beşdaran
xweştir kir denbêjê nuhatî Rêkêş Seyranî; ji
Başûrê Kurdistanê ku li Swêd dimîne hati bû
mîhrecanê, bi dengê xweyî çiyayî û zîz çend
stiranên M. Arif û Hesen Cizîrî gotin, herweha
di pêre Zubêr Salih dîsan berdewam kir û
mîhrecana me xemiland.
Gotina komîta amadekar
Ger dê hebûya me jî xwedanek
Alî keremek latîfe danek
Îlm û huner û kemal û îzan shîir û
xezel û kîtab û dîwan
Ev cins biba li ba wî mewzûn Ev neqd
biba li nik wî meqbûl
Min dê îlmê kelamê mewzûn Alî bikira li
banê gerdûn
Helbestvan, nivîskar, rewşenbîrên
rêzdar
Roj baş ji we re û hûn hemî bi
xêr hatin ..
Di destpêkê de ez bi navê komîta
amedekirina mehrecanê we hemûyan spas dikim ku
we bang û vexwendina me pejirand, beşdarbûna we
cihê şenazîyê ye.
Berêzan!
Di dîroka rexnevaniya wêje ya
serdema me de hatiye gotin ku: " wêjevan;
pêşengên giyanewanî yên netewên xwe ne ". Eger
em baş li nînik û awêna civak û gelên cîhanê
binêrin, emê hemî bi hev re rastiya naveroka vê
gotinê bê dudilî biçespînin. Wêjevanên gerdûna
me yên kevneşopî û yên nûjen di dîrokê de
mînakên pir geş in. Gelo, ma kî ji me rolên
nivîskarên cîhanî wek nimûne mîna romannivîs Lêv
Tolostoyê, Necîb Mehfoz, Markiz, û helbestvan,
Pûşkîn, Walt Waytmen, û Elêksender Blok di
pêşketina civakên xwe de berçavan re derbaz
nekirîye?
Kî ji me rolên wêjevanên mîna,
Gottê, Brecht, di nîgarkirina rewşa civakên xwe
de nas nekiriye? Kî ji me hikariyên Ehmed Şewqî,
Bilind Elheyderî, Mehmud Derwîş di pêşxistina
civakên xwe de nabîne?? Û her wekî din bi sedan
nivîskarên cîhana me bi hemû hiş û weşên xwe, bi
hemû hest û zanînên xwe bi awayên hunerî alozî û
arîşeyên civakên xwe şirovekirine û giyanê
miletên xwe bi zanîn û asoyên pêşe rojê avdane.
Herweha jî dîsan emê bêjin û
vepirsin, kî ji me, wêneyên rastîn, yên civaka
me di berhemên pêşengên wêjeya gelê Kurd de mîna
Ehmedê Xanî, Pîre Mêrd, Erebê Şemo, Cegerxwîn,
Qedrî Can û dehên din de nabîne û dengên axîn û
qîrînên çemên Feratê, Arasê, Efrînê nabîse û bi
wan re nakane yan fêrmêskên zaroyên wan bi
destmalên bûkan baqij nake..??
Erê nivîskar û wêjevanên beşdar!
Her kesayetiyek ji we jî, li gorî kanîn û hêza
xwe azerî û janên gelê xwe bi hunermendî li ser
teşiya dayika xwe dirêse, bi hêstirên êşên xwe;
şîr ji zarokên welatê xwe re dimeyine û govenda
peyva kurdî di nav gulistan û zeviyên xwe de
digerîne. Hûn jî mîna hevalên xwe li cîhanê,
giyanê milêtê xwe bi zanîn û hostayetiya hunerî
av didin û gulistanên gelê xwe bi gulên
rengarengî dixemilînin, afrandinên we beşek ji
şaristaniya gel e, lewra, mirov dikane bi hêsanî
bêje we, hûn jî rêberên netewa xwe ne; erk û
berpirsiyariyên we pir mezin in.
Wêjevanên rûmetdar, pêşengên
giyanewanî !
Va ye îsal 13 emîn
mîhrecana helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê,
di 24 meha borî de, li darket, weke piraniya we
zanin ku cara yekem roja helbesta kurdî li gor
pêşniyaza van nivîskaran, Dr. Ebdilmecîd Şêxo,
Heyderê Omer, Rûxwaşê Zîvar û Elî Cefer di
22.10.1993 an de, ango di roja koçkirina seydayê
me yê mezin, helbestvan û şoreşgerê gelê Kurd
Cegerxwîn de hatiye çespandin.
Herweha jî hevalekî ji van
hevalên jorîn; ango endamekî ji komîta
damezrandina mîhrecana yekem di gotareke xwe de
li Sûriyê hêvî ji nivîskar û ronakbîrên Rojavayê
Kurdistanê li dervayî welêt kiri bû, ku ewanan
jî di roja 22.10. ê mîna roja helbesta kurdî
mîhrecanan sal bi sal li darxînin... lê mixabin
ev çalakiyan ta demekê nehatin kirin. Lê divê em
bêjin jî ku bi malavabûna çend nivîskar û
rewşênbîrên Kurd li Almaniya cara yekem roja
helbesta kurdî di roja 4. 11. sala 2000 î de li
Buchumê hate lidarxistin.
Va ye îro jî em cara duhem bi
alîkariya navenda YASA û cara yekeme bi
piştvaniya Weqfa Şivan Perwer mîhercana xwe ya
sêhem bi beşdarbûna hêjayên mîne we bi dilgermî
li dardixînin. Em di vê baweriyê de ne ku
helbestvanên amede, dê bi peyvên hestwer û bi
ramanên xwe yên giranbuha dîlana mîhrecana xwe
bixemilînin.
Sed çepke gul li ser gorên
helbestvanên nemir, pakrewanên peyva netewî,
peyva evînê.
Carek din silav û rêz bo we ...
niha û herdem hûn serkewtî û
serfiraz bin.
Komîta amadekar ya mîhrecana roja
helbesta kurdî 2008
2.11. 2008
|